Hevşaredara Cizîrê hêj binçavkiriye 2016-09-14 15:38:55 ŞIRNEX (DÎHA) - Hevşaredara navçeya Cizîr a Şirnexê Leyla Îmreta ku 3 roj berê hatibû binçavkirin çav li rê ye ku derxînin dozgeriyê. Hevşaradara Cizîrê Leyla Îmret a ku bo şaredariya Cizîrê qeyûm hat tayînkirin hatibû binçavkirin hêj di bin çavan de tê girtin. Hate diyar kirin Îmreta ku tevî endamên Meclîsa Giştî ya DBP'ê Yunus Durdu, Bîlal Aydın û Hevserokê HDP'ê yê navçeyê Alî Akdenîz bi hinceta 'Endamên rêxistinê ne' hat binçavkirin piştî 3 rojan bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk anî. Çav li rê ye ku piştî kar û barê li Midûriyeta Polîsan Îmret sewqî dozgeriyê bê kirin. (ot)