CHP çû serdana HDP'ê ya cejnê 2016-09-14 15:19:00 AMED (DÎHA) - Rêxistina CHP'ê ya Amedê bi munasebeta cejna qurbanê çû serdana Rêxistina HDP'ê ya Amedê. Rêxistina CHP'ê ya Amedê bi munasebeta cejna qurbanê çû serdana rêxistina HDP'ê. Heyeta HDP'ê ji hêla Parlementerên HDP'ê Feleknas Uca û Ziya Pîr ve hat pêşwazîkirin. Uca di serdanê de axivî û dazanîn ku Hikûmeta AKP'ê bi bahaneya hewla derbeyê zagonên dijdemokrasiyê derdixe û xwest CHP piştgiriyê nede polîtîkayên AKP'ê û wiha got: "Akp dixwaze Tirkiye bike welatek yek dengî. Daxwaza me ji CHP'ê eve ku peywira xwe ya mûxalîfbûnê pêk bîne û piştgiriyê nede AKP'ê. Divê li hemberî hişmendiya AKP'ê têkoşîna hevpar bê dayîn." Piştre rêveberê CHP'ê yê bajar ê Amedê Remzî Seyrek jî axivî û got ku ewê bi hemû hêza xwe aştiyê biqêrin û têkoşînê bidin meşandin. Serokê lijneya dîsîplînê yê bajar ê CHP'ê Selîm Fîdanci jî balkişand ser tayînkirina qeyûmê ya Şaredariyên DBP'ê û got ku desteserkirina şaredariyên ku bi dengê ji sedî 80-90 ê gel hatiye hilbijartin nayê qebûl kirin. Fîdanci di dawiya axavtina xwe de dazanîn ku tayînkirina qeyûman û ji dûrxistina kar a mamosteyan Tirkiye ber bi aloziyê ve dibe û bang li rayedarên Hikûmetê kir û xwest di van mijaran de şûnve gav biavêjin. (ot)