Endamê DBP'ê hat binçavkirin 2016-09-14 14:51:55 ŞIRNEX (DÎHA) - Endamê DBP'ê yê Sîlopiya Bedirhan Korkmaz hat binçavkirin. Endamê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bedirhan Korkmaz dema ji Cizîrê diçû Sîlopyayê hat binçavkirin. Korkmaz piştî hat binçavkirin birin Midûriyeta Polisan a Sîlopyayê. Nehat zanîn ku Korkmaz çima hatiye binçavkirin. (mae)