Kurkçu: Ocalan teslîmiyet nas nekir 2016-09-14 10:20:29 ÎZMÎR (DÎHA) - Hevberdevkê HDK'ê Ertugrul Kurkçu, diyar kir ku Ocalan banga teslîmiyetê nas nekir û rê li pêş tekoşîna siyasî vekir. Kurkçu, anî ziman ku Ocalan ligel bangê dewletê yên teslîmiyetê helwesta aştî, demokrasi û azadiyê derxist pêş. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û wekîlê HDP'ê yê Îzmirê Ertugrul Kurkçu, têkildarî tayinkirina qeyûm û hevdîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi Mehmet Ocalan re nirxand. Kurkçu, da zanîn ku Ocalan dîsa di peyama xwe de tişta ku li bendê bû anîn ziman û dîsa di çareseriya demokratîk û aştiyê de israr kiriye û wiha got: "Birêz Ocalan wekî her carê niha jî helwest û bertekên xwe yên çareseriya demokratîk anîn ziman. Her dem û bi awayekî sîstematîk difikire. Di newroza 2013'an de çi got îro jî heman tiştî dibêje." Kurkçu, destnîşan kir ku Ocalan bi kurtasî ji saziyên ku pêvajoya muzakereyê bi rêve dibe bi pêvan û rêgez tev bigerin. Dîsa nîşan dide ku amadekariya qesrê û hikûmetê ya ji bo pêvajoya nû tune ye. 'Oclana teslimiyet qebûl nekir' Kurkçu, da zanîn ku hikûmeta AKP'ê bang li sazî û rêxistinên kurdan kir û xwest teslîm bibin û wiha got: "Birêz Ocalan hemû bangên teslimiyetê bi pişta destê xwe red kir. Nîşan da ku dibe bi têkoşîna siyasetê rê li pêş şer bê girtin. Nîşan da ku teslîmiyet qet nabe çareserî. Bangên Ocalan ji dewletê wêdetir ji hêzên demokratîk û aştîxwaz re ye. Ji bo banga Ocalan divê hêzên demokrasî, aştî û azadiyê zore li hikûmetê bikin û helwesta xwe nîşan bidin. Ocalan hişyar kir Kurkçu, destnîşan kir ku Ocalan berê jî alî hişyar kiribûn û wiha got: "Divê gel xwe biparêze. Divê ne li benda me be ku em wekî pezê li benda kêrê bim. Divê berî her tiştî gel vê yekê îtîraz bike. Divê gel li dijî helwestê bi bertek be. 'PKK şerê navxweşî asteng kir' Kurkçu, bilêv kir ku piştî darbeya 15'ê Tîrmehê PKK şerê navxweşî asteng kir û wiha got: "AKP bi tayînkirina qeyûma dixwaze şerê navxweşî li Tirkiye pêş bixe. Serokwezîr Tayyip Erdogan bi tayînkirina qeyûmê dixwaze dîsa şaredariyên Kurdistanê dagir bike. Em di van geşedanan de dibînin, Serfermandarê kontrgerilla yên li Kurdistanê Serokomar Erdogan heye. Polîtîkaya ku bi rêve neçe diparêze. Kurkçu da zanîn banga Ocalan pir girîng e û wiha got: "Ji ber êrîşan parastina rewa girîng e. Ger ku em xwe neparêzin kesên me biparêze tune ye. Wekî Birêz Ocalan jî diyar kir ku divê parastina xwe ya rewa pêş bixin. Divê li înîsiyatifa li dijî faşîzmê bê avakirin. Heta ku Kurdistan somirge be, dê her dem li Tirkiye faşîzm hebe. Ev înîsiyatif dê di navbera Tirkiye û Kurdistanê de pirê ava bike. Em wekî mirovên qenciya Birêz Ocalan belav dikin em dê yekîtiya hêzê ava bikin. wekî HDK, HDP, DBP, CKD û KJA em dê projeya rizgarkirinê ava bikin. 'Peyama Ocalan pir wate ye' Kurkçu, da zanîn ku divê tenê li gotînên Ocalan nenerin û di heman demê de pêwiste li sekn û jiyana wî jî binerin û wiha got: "Ocalan hem bi gotinên xwe hem bi helwest û jiyana xwe her dem sekna xwe ya ji bo aştiyê tîne ziman. Birêz Ocalan em ji fikra yek alî rizgar kirin û rê li pêş pir aliya fikrandinê vekir. Ji ber vê yekê peyama Ocalan pir girîng û watedar e. (mae)