'Berpirsyarê kuştinê rayedarên şîrketê û şefê şantiyeyê ne' 2016-09-14 09:20:27 BÎLAL GULDEM/MELTEM OKTAY AMED (DÎHA) - Malbata Mehmet Aytaş ê li Stenbolê ji ber ku kurd e hate qatilkirin fikar in ku li ser kuştinê bê girtin. Malbata Aytaş diyar kirin ku berpirsyarê kuştinê rayedarên şîrketê û şefê şantiyeyê ne. Malbata karkerê kurd ê bi navê Mehmet Aytaş ê ku li Stenbolê di înşeata Balafirgeha 3'yemîn de dixebitî û ji ber ku bi kurdî axivî ji aliyê hevalê xwe yê bi navê M.A. yê di li heman odeyê diman ve bi neftê hate şewitand cejn bi xemgînî pêşwazî kir. Hevsera Aytaç ê tu du zarokên wî hebûn cejn li goristanê pêşwazî kir. Malbata ku bi fikar e li ser kuştinê bê girtin, dixwaze ev kuştin di demeke kin de bê ronîkirin. Birayê Aytaş, MEhmet Suphî Aytaş diyar kir ku ev cejn ji bo wan gelekî xemgînî derbas dibe û gotina "Ji bo me ne cejn, şîn e" bi kar anî. Aytaş bilêv kir ku birayê wî piştî ku bi awayeke hovane hatiye qetilkirin cenazeyê wî ji wan re hatiye şandin û wiha berdewam kir: "Ji ber ku em kurd in gelek cejn li me kirin jehr. Ne em ne jî zarokên wî vê yekê tu caran ji bîr nakin. Bûyerekî ku li cihanê nehatiye serê kesekî hate serê me. Cejnekî bi êş, derd û qul e." Aytaş bilêv kir ku karkerekî din ê ku li heman cihê dixebitî ji ber kurd in û rasti pêkîtiyan tên edv ji kar berdaye û heke wî karkerî dev ji kar bernedaba dê heman tişt bihata serî wî jî. Aytaş anî ziman ku 10 rojan beriya ku birayê wî bê qetilkirin bi birayê xwe re bi telefonê axiviye û wiha got: "Min karê wî jê pirs kir. Wî jî gote min karê min baş e lê li vir bi aram nînim, ji ber ku kurd im ji min hez nakin. Min jî jê re got tu bi karê xwe ve mijul bibe heke nikarî vegere. Piştî 10 rojan di 31 tebaxê de yekî li min geriya û got ku şantiye hatiye qundakirin Mehmet jiyana xwe ji dest daye." 'Şantiye û şîrket berpirsyar e' Aytaş bilêv kir ku ew hê j^inizanin birayê wî çawa hatiye qetilkirin, kesê ku li wan geriyaye gotiye du kesên din jî birîndar bûne lê piştre hîn bûne ku tiştekî bi vî rengî tuneye tenê birayê wî hatiye şewitandin û qetilkirin. Aytaş wiha axivî: "Şantiye û şîrket berpirsyarê qatlîamê ne. Ewlehî tuneye. Ev bûyer diqewime, ev jî têrê nake îftira davêjin birayê min û bi vî rengî dixwazin rewa nîşan bidin. Ev kes diçe ji petrolê neftê dikire, bi awayeke vekirî kirîne benzînê qedexe ye. Ev kes çawa dikare vî neftê bikire. Derî vekide li ser wî dike, derî digire û dişewîtîne. Em dibêjin ev tesê ji aliyê kesekî ve nehatiye kirin. Li şîrketê hemû kes dizanin ku çi diqiwime." 'Şefê şantiyeyê hewl dide li ser bûyerê bigire' Aytaş bilêv kir ku şefê şantiyeyê hewl dide ku li ser bûyerê bigire û xwest ev cînayet bê ronîkirin. Aytaş wiha axivî: "Li vî welatî mirov şewitandin ma mirovahî ye? Ev tiştekî ku hatiye dîtin e?" Aytaş bang li rayedar û parlamenteran kir û xwest ku vî qatlîamê ronî bikin. (sa)