ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN 2016-09-14 09:00:00 * Welatiyên Amedê piştgirî dan peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kirin ku heke rayedarên dewlet û hikûmetê gavên çareseriyê biavêje dê ev pirsgirêk di 6 mehan de çareser bibe û gotin ku çareserî bi azadiya Ocalan û rêbazên wî pêkan e. * AKP'ya ku di bin navê restorasyonê de Sûrê ji bo rantê pêşkêşî alîgirên xwe dike, li aliyê din jî malên gel hildiweşîne. Li aliyekî mal tên xera kirin û li aliyekî jî Dêra Katolîk a ermaniyan jî tê "restore kirin. * Midûriyeta Polîsan a Edeneyê di çarçoveya OHAL'ê de avahiya SEYMER'ê dagir kir û veguherand qereqolê. Welatiyan diyar kirin ku ew polîs û qereqolê naxwazin û aramiya wan nemaye. *Derket holê ku TSK'ê ji bo axa Rojava dagir bikin 300 dolar daye dagirkeran. Dagirker A.S. diyar kir ku xebatên dagirkeriyê ji aliyê leşker û MÎT'ê ve hat amadekirin û agahiyê didin fermandarê DAIŞ'ê yên li Cerablusê. * Welatiyên Cizîrê ku di qedexeyên derketina kolanan de bajarê wan hat wêrankirin derbarê desteserkirina şaredariyê de wiha axivîn: "Qeymeqamê ku malên me hilweşandin em dê çawa weke şaredar qebûl bikin?" * Piştî 18 meh derbas bûn, hêj nû Mehmet Ocalan bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevditin kir. Hîndekaran peyama Ocalan a aştî û çareseriyê nirxandin. Prof. Baskin Oran û Prof. Erol Katrircioglu diyar kirin ku perpirsyarî li ser dewletê ye û Ocalan ji bo xwîn bisekine hêviyek mezin daye. * Welatiyên Enqereyê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan û diyar kirin ku ger qeyûm hebe çi pêdivî bi hilbijartinê heye û ne hewce ye ew biçin ser sindoqan dengê xwe bikar bînin. * Polîsên tîmên taybet şevê din welatiyê bi navê Caner Tayfur li navçeya Bazîdê bi hinceta "ranewestiya" maşîna wî gulebaran kirin û piştre bi erdê re kaşkirin û îşkence lê kirin. * Malbata MEhmet Aytaş ê li Stenbolê ji ber ku kurd e hate qatilkirin fikar in ku li ser kuştinê bê girtin. Malbata Aytaş diyar kirin ku berpirsyarê kuştinê rayearên şîrketê û şefê şantiyeyê ne. * Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ji bo ku vegera Mutabaqata Dolmabahçeyê pêk bê û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê di hefteya 46'emîn de li ber Qesra Dolmabahçeyê bên cem hev. (13.00) BI DÎMEN E * Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê li dijî desteserkirina şaredariyê û tayînkirina qeyûm di roja 4'emîn de nobeta tê gritin dê berdewam bike.(14.00) BI DÎMEN E * Siyasetmedarên kurd ên ji Wanê beşdarî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bûn dê li ber avahiya DBP'ê ya Wanê bi gel re bên cem hev. * KCD, KJA, DBP û HDP dê têkîldarî peyama ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li avahiya HDP'ê ya Dersimê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00) JIN * Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyîgît û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak li hemberî tayînkirina qeyûman nerazîbûn nîşandan û diyar kirin ku desteserkirina 24 şaredariyan jibilî êrîşa li dijî vîna gelê kurd di heman demê de desteserkirina pergala hevşaredariyê û vîna jinê ye. ABORÎ * Esnafên Enqerê ku bi xemgînî Cejna Qurbanê derbas kirin, diyar kirin ku ligel Cejna Qurbanê jî dîsa nekarîbûn alavên cejnê bifiroşin. Esnafan anîn ziman ku êdî nikarin kar bikin û top davêjin.