DÎSK: Derbeya 12'ê îlonê 36 salin didome 2016-09-13 15:30:53 ANKARA (DİHA) - Bi munasebate 36'emîn salvegera 12'ê îlonê Konfederasyona Karkerên Şoreşger (DÎSK) ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûmê daxuyaniyek weşand û aşkere kir tayînkirina qeyûmê xespkirina vîna gel e û hat gotin ku derbekarên 12'ê îlonê di gorê de ne lê fikrên wan li desthilatdariyê ne. Serokê DÎSK'ê Kanî Beko di 36'emîn salvegera 12'ê îlonê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Beko di daxuyaniyê de aşkere kir ku bi tayînkirina qeyûmê vîna gel hatiye desteserkirin û got ku pêkanînên derbeya 12'ê îlonê îro jî di meriyetê de ne. 'Ligel binpêkirina mafan, niha jî vîna gel tê xespkirin' Beko di daxuyaniyê de balkişand ser binpêkirina mafan û got ku niha jî bi Biryarên di hikmê zagonê (KHK) de vê carê jî vîna gel tê xespkirin û xwest li dijî pêkûtiyan têkoşîn bê mezinkirin. 'Tayînkirina qeyûmê ji derbeyê ne cûda ye' Di daxuyaniya nivîskî de Beko dazanîn ku bi pêkanînên OHAL'ê derket holê ku li şûna şopên derbeyê bên jêbirin ev yek veguriye amûrê tunekirin û bêdengkirina muxalîfan û got tayînkirina qeyûmê ji derbeyê ne cûda ye û wiha got: "Derbekarên 12'ê îlonê îro di goristanan de ne lê fikrên wan li desthilatdariyê ye. Tayînkirina qeyûmê ji bo bombekirina derbekaran a Meclîsê ne cûda ye. Desteserkirina Şaredariyan rêbaza derbekaran e. Têkoşîna li hemberî derbeyê, rêbazên derbeyê rewa nake." Her wiha Beko nerazîbûnek tund nîşanî ji kar dûrxistina mamosteyan jî da û dest nişan kir ku Dadgeha Esasî bi Biryarên Di Hikmê Zagonan (KHK) de hatiye bêbandorkirin û got ku Tirkiye bi KHK yan tê rêvebirin û wiha dawî li daxuyaniyê anî: " Hewla derbeyê hat bêbandorkirin. Lê mixabin demokrasiyê qezenc nekir." (ot)