Li dijî metîngeriyê di nobedê de ne 2016-09-13 14:16:48 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Piştî şaredariyên Kop û Pirsûsê bi riya qeyûmê hatin gaspkirin, welatiyan dest bi nobedê kir û diyar kirin ku kesên Cizîr û Sûr rûxandin nikarin vîna wan temsîl bikin. Li Antalyayê jî bertekên li dijî qeyûmê hebûn. Gelê Kopê yên li dijî qeyûmê nobedê digirin, çalakiya xwe berdewam dikin. Şaredariya bi blokên betonî dora wê hat girtin, alên dewleta tirk hatin daliqandin, gel jî ji bo nobedê li ber avahiya DBP'ê dest bi nobedê kir. Welatiyê di nobedê de Salih Kose qeyûma hat tayînkirin wekî dagirkeriyê şîrove kir. Siracettîn Coşkun bang li tevahiya gelê navçeyê kir û xwest li dijî qeyûmê derkevin û aşkera kir ku di nava du rojên qeyûmê de pêkanînên faşîzan di dewrê de ne. Coşkun got "Ev şaredarî me bi xwîna şehîdan bi dest xist. Me deng da, niha roja xwedî derketinê ye" û piştrast kir ku ew dê qaymeqamê hatiye tayîn kirin wekî şaredarê xwe qebûl nekin. Welatiyê bi navê Çetîn Gul jî aşkera kir ku dewlet dixwaze vîna gelê kurd destaser bike û anî ziman ku ev navçey hemû kurd e, dê pêşengê wan jî kurd bin, gelê navçeyê vê destaserkirinê qebûl neke. Nobeda li Pirsûsê di roja 3'emîn de ye Navçeyeke ku qeyûm hat tayînkirin jî navçeya Pirsûsê ya Rihayê ye, piştî qeyûmê ev 3 roj in welatî di nobedê de ne û naxwazin şaredariya xwe teslîm bikin. Welatiyên bajêr û li derûdorê bi hevşaredarên Pirsûsê û xebatkarên şaredariyê re li hev kom bûn, çalakiya xwe berdewam dikin. Wekîlê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr jî di saetên sibehê de hat navçeyê û piştgirî da çalakiya welatiyan. Di pêşengtiya HDP'a Kepezê ya Antalyayê de bi sedan welatî qeyûm şermezar kirin. Welatiyên li ber avahiya HDP'ê li hev civiyan, dovîzên "Şaredarî maf in", "Qeyûm tayînkirin sûc e", "Derbeya li dijî gel nabe" û "Dest nede vîna min" rakirin û dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" berz kirin. Hevserokê HDP'a bajêr Îlhan Nergîz jî bi lêv kir ku qanûnên Tirkiyeyê wan dixin nava fikaran, di bin navê "Rêxistina Cemaetê" de li dijî hemû muxalîfan şer hatiye îlankirin û bertek nîşanî zextên dewletê da. Piştî daxuyaniyan gel bi dirûşim û çepikan belav bûn. (ms)