Dayikên Aştiyê 'Em diz û dîktatoran li şaredariyên xwe naxwazin' 2016-09-13 12:48:14 AMED (DÎHA) - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê tayînkirina qeyûmê ya ji bo Şaredariyên DBP'ê şermezar kir. Dayikên aştiyê gotin 'Em cambaz, diz û dîktatoran' li Şaredariyên xwe naxwazin. Dayikên Aştiyê ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûmê ya bo Şaredariyên DBP'ê û ji kar dûristina mamosteyan li navenda avahiya xwe daxuyaniyek da çapemeniyê. 'Em naxwazin hun ji Enqerê bên û me bi rêve bibin' Li ser navê dayikan Raîfe Ozbey axivî û dazanîn ku Kurdan di encama berxwedan û bedelek mezin de Şaredarî bidestxistine û bang li rayedarên AKP'ê kir û wiha got: "Gel dixwaze xwe bi xwe rêve bibe. Em naxwazin hun ji Enqerê bên me bi rêve bibin." Ozbey di berdewama axavtinan xwe de dazanîn ku wan bi xwîn, diran û neynûka xwe şaredarî qezenckirine û got ku ev şaredarî yê yên cambaz, diz û diktatoran e. Ozbey dazanîn ku bi salane mufetîş li Şaredariyan xebatê dikin û got ku ji ber heta niha karê nelirê nedîtin niha jî dixwazin bi darê zorê şaredariyan desteser bikin û got: "Şaredarî nê yên bavê we ne. Şaredar bi dengê gel hatine hilbijartin û şaredarî yên gel in." 'Em zarokên xwe naşînin dibistanan' Ozbeş ji dûrxistina kar a mamosteyan jî rexne kir û dazanîn ku ger mamoste şûnve neyên girtin ewê jî êdî zarokên we neşînin dibistanan. (ot)