Berxwedana gundiyan piştî 13 rojan encam da 2016-09-13 12:16:45 ÇEWLIK (DÎHA) - Şewata 13 roj berê li bejahiya navçeya Dara Hênê ya Çewlikê derket di encama berxwedana gundiyan a 13 rojan de hat vemirandin. 13 roj berê ji ber topbarana Qereqola Zîverê li bejahiya navçeya Dara Hênê şewat derketibû û gihiştibû gundê Kelaxsi yê. Ligel bang û agahdarkirina welatiyan jî ekîbên agirkujiyê yên Şaredariya Dara Hênê û Miduriyeta Karê Daristanê mudaxaleyî şewatê nekiribûn. Ji ber saziyên dewletê mudaxaleyî şewatê nekirin gundiyan li derdora gund xendek kolandibûn û bi derfetên xwe şewatê vemirandin. Riza Şahînê ji gundê Kelaxsê diyar kir ku wan bi saya welatiyên bo cejnê hatine gund şewatê vemirandine û dazanîn ku di şewatê de gelek darên temenê wan mezin şewitîne û dazanîn ku ji ber ba carnan şewat dîsa derdikeve. Şahîn dazanîn ku şewat li herêma Xelan, Sîvan û Çiyayê Şarıkê didome. (ot)