Piştî tayînkirina qeyûmê kolan di nava çopê de man 2016-09-13 11:55:42 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Piştî bo Şaredariya Şemrex a Mêrdînê qeyûm hat tayînkirin, kolanên navçeyê di nava çopê de man. Di nav şaredariyên ku qeyûm bo wan hat tayînkirin de Şaredariya navçeya Şemrex a Mêrdînê jî hebû. Piştî tayînkirina qeyûmê kolanên navçeyê di nava çopê de man. Hate zanîn ku piştî bazara li taxa Gundoganê di saetên êvarî de hat rakirin, çopa ku hatî avêtin li nava kolanan ma û welatiyan cejna qurbanê bi çopa ku nihat berhevkirin pêşwazî kir. Hêjayî gotinê ye beriya niha ku Şaredarî di destê DBP'ê de bû piştî bazar bidawî dibû karkerên Şaredariyê tevahî kolanê di carekê de ji çopê paqij dikirin û dişûştin. (ot)