Cîhanê peyama Ocalan dît lê medya hawiz nedît 2016-09-13 11:38:53 ENQERE (DÎHA) - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 18 mehin bi tu awayî hevdîtinê nake, duh bi rêya birayê xwe Mehmet Ocalan banga çareriyê kir. Hemû medya cîhanê peyama Ocalan dît, lê medya hawiz a serdest peyama Ocalan nedît. Her çend Ocalan banga çareserî û aştiyê kir jî medya hawiz gotinên Serokwezîr û serokomar ên di şer di israr dikin derxist pêş. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha 18 mehin di bin tecrîda giran de ye û rêya Îmraliyê hatiye girtin, birayê Ocalan Mehmet Ocalan di 11'ê Îlonê de çû Îmraliyê hevdîtin kir û di 12'e Îlonê de li avahiya DBP'ê ya Amedê peyama Ocalan bi raya giştî re parve kir. Peyama Ocalan ji aliyê gelek beşên civakê ve bi awayekî erênî û xweşbînî hat pêşwazîkirin. Hemû çapemeniya hawiz û medya serdest peyama Ocalan nedîtin û cih nedan peyama Ocalan. Her çend hemû medya cîhanê peyama Ocalan dît jî, medya hawiz a Tirkiye peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Oclana nedît. Her çend Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di peyama xwe de diyar kir ku projeyên wan ên di 6 mehan de pirsgirêkê çareser bikin hene û ji bo çareseriyê hene jî dîsa dewlet medya peyama Ocalan nedît. Medya hawiz ku girêdayî îxtîdarê û AKP'ê bêtir peyamên Serokwezîr û Serokomarên Tirkiye derxistin pêş. Medya hawiz bêtir peyamên AKP'ê yên şer derxistin pêş. Rojnameyên Turkiye, Sabah, Akşam, Yenîşafak, Star, Karar, Takvim, Guneş, Akit, Vahdet û hemû medya hawiz qet peyama Ocalan nedît û bi tu awayî cih nedan peyama Ocalan. Rojnameyên Aydinlik a Kizilelma, rojnameya Sozcu ya Ergenekonê û rojnameya Yenîçag a MHP'ê jî peyama Ocalan a banga çareseriyê nedît. Medya AKP'ê ku peyama Ocalan a çareseriyê nedît, nobeta leşkerên ku li Çelê poz daye û nimêj dike kirin manşet. Medya AKP'ê leşkerên ku li qereqola Kaletepe nimêj dikin derxistin pêş û gotin "Ev keleh nayê xwar" kirin manşet. Dîsa peyama Serfermandarê Arteşê Hulusî Akar a "heta yek terorîst bimîne" da. Rojnameya Haber Turk jî tenê got Ocalan piştî 706 roj şûnde malbata xwe ziyaret kir û peyama Ocalan a "Ger dewlet hazir be bila bê em pirsgirêkê çareser bikin projeyên me hene" da.Dîsa peyama AKP'ê ya "Pêvajoya ku Ocalan behsa wê dike di rojevê de tune ye. mase tune." parvekir. Rojnameya Cumhuriyet, Evrensel, Bîrgun jî cih da peyama Ocalan û peyama Ocalan a banga çareseriyê derxist pêş. Peyama Ocalan "Dewlet amade be em dê di 6 mehan de pirsgirêkê çareser bikin" derxist pêş. Dîsa peyama Ocalan a "Bila ev xwîn raweste. Ev şerê kor e" derxist pêş. Dîsa peyama Ocalan a "Ger ku neyê çareserkirin dê heta 80 salan ev şer bidome" jî parve kirin. (mae)