Zarokê 5 mehî şandin girtîgehê 2016-09-13 11:29:57 MÊRDÎN (DÎHA) - Leyla Eleftoz Baran a di 10'ê îlonê de bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin û kurê wê li derve ma, piştî 3 rojan hesreta wan bidawî bû û li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, di nava 4 dîwaran de hatin cem hev. Zarokê 5 mehî yê bi navê Rojvan Çiya Baran ê ku dayika wê bi îdiaya 'Endamtiya Rêxistinê' hat girtin û şandin Girtîgeha Mêrdînê şandin cem diya wê. Dapîra Rojvan Nezahat Eleftoz neviyê xwe yê 5 mehî hembêz kir û ji neçarî bir ber deriyê girtîgeha Mêrdînê û ew teslîmî dayika wê Leyla Eleftoz Baran kir. 'Ji bo zarokê 5 mehî kampanya îmzeyan' Li aliyê din hate zanîn ku şoreşgerên jin li ser malpera civakî chang.org'ê ji bo Leyla Eleftoz Baran û kurê wê Rojvan Çiya Baran serbest bên berdan kampanya îmzeyan da destpêkirin. Şoreşgerên jîn bang li tevahî raya giştî kir û xwest herkes piştgiriyê bide kampanya îmzeyan. Hate zanîn ku îmzeyên bên berhevkirin dê ji Serokomarî, Serokwezîrtî û Wezîrê Karê navxweyî re bê şandin. Lînka Kampanya ji bo serbestberdana Leyla Eleftoz Baran û kurê wê Rojvan Çiya Baran hatiye dest pê kirin wiha ye: https://www.change.org/p/i%C3%A7-i%C5%9Fleri-bakanl%C4%B1%C4%9F%C4%B1-rojvan-bebek-cezaevinde-b %C3%BCy%C3%BCmesin (ot)