Partiyên siyasî: Bila dewlet berpirsyariya xwe bicîh bîne 2016-09-13 10:56:14 STENBOL (DÎHA) - Partiyên siyasî yên Stenbolê piştgirî dan peyama peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xwestin dewlet berpirsyariya xwe bicîh bîne. Nûnerên partiyan xwestin êdî dewlet gavên çareseriyê bavêje. Peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî 18 mehan bi riya birayê xwe Mehmet Ocalan şand, di çalakiya greva birçîbûnê hat aşkere kirin. Partiyên siyasî jî bang li dewletê kir. Berdevkê Giştî ya Pêşeroja Çep û Keskan Nacî Sonmez, Hevseroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, Serokê Giştî ya EHP'ê Sîbel Uzun, endamê Lijneya Serokatî ya ODP'ê Alper Taş, Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Tulay Hatîmoglu û Serokê Giştî ya partiya Şoreşger Ufuk Gollu, peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin û banga gav avêtinê li dewletê kirin. Sonmez: Bi Ocalan re hevdîtin jî gavek mezine Berdevkê Pêşeroja Çep û Keskan Nacî Sonmez anî ziman ku çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo Ocalan agahî bê girtin encam girt û got ku bi encam girtinê pêk nayê û dive tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. Sonmez dest nîşan kir ku ji bo rawestandina şer û pevçûnên li Kurdistanê û Tirkiyê bandora herî giran Ocalan e û wiha axivî: "Li Tirkiyê ji bo rawestandina mirinan berpirsyarî herî mezin dewlete. Lê ji bo çareser kirina hemû pirsgirîkan serî li polîtîkayên ewlehitê dide. Çareserî bi polîtîkayên ewlehiyê nayê, bi mezin kirina demokrasiyê û avakirina mafên demokratîk te. Ji ber vê yekê dive dewlet li ser peyama Ocalan berpirsyariya xwe bicîh bîne û gav bavêje. Malbata Ocalan bi Ocalan re hevdîtin pêk anî ev jî gavek mezine. Ji bo çareseriyê em jî berpirsyarin û em ê berpirsyariya xwe bicîh bînin." Gurkan: Dive hikumet gavên xwe zêde bike Hevseroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan bangavaziyên çareseriyê yê ji beriya niha li dewletê kirîn bibîrxist û wiha got: "Geşedanên Rojhilatanavîn nîşan dide ku demildest hewcehî bi çareserî û aştiyê heye. Hikumet bi destura hevdîtinê bi Ocalan re gavek avêt. Niha dive hikumet gavên xwe zêde bike. Ev gav avêtin vê bibe bingeha aştiyek mayîn." Uzun: Qedr û qiymeta vê peyamê dive baş bê zanîn Serokê Giştî ya EHP'ê Sîbel Uzun peyama Ocalan zayînî nirxand û wiha pê de çû: "Peyama hatî dayîn banga çareseriya demokratîk e û ev jî dawî kirina şer e. Qedr û qiymeta vê peyamê dive baş bê zanîn. Lê peyamên Erdogan li dijî çareseriyê ye. Dive dewlet û raya giştî ji bo peyama Ocalan baldar be." Gollu: Bijartina riya çareseriya demokratîk girînge Serokê Giştî ya partiya Şoreşger Ufuk Gollu jî anî ziman ku çalakiya greva birçîbûnê gihişt armanca xwe û peyama Ocalan jî wiha şîrove kir: "Peyama Ocalan carek din ji bo çareser kirina pirsgirîka kurd riya çareseriya demokratîk nîşan dide. Ocalan carek din dibeje ku ev pirsgirîk tê çareser kirin. Li gel polîtîkayên dewletê Ocalan riya çareseriyê bijartiye û ev gelek girînge. Dive demildest vegera pêvajoya çareseriyê pêk were." Taş: Peyama Ocalan hinceta şer xelas kiriye Endamê Lijneya Serokatî ya ODP'ê Alper Taş diyar kir ku piştî peyama Ocalan tu hinceta domandina şer nemaye û wiha got: "Heger pirsgirîk neyê çareser kirin wekî gotina Ocalan şer dê salan bidome. Ev jî hilweşandina herî mezine. Avakirina jiyana bi aştî destê me de ye. Bêdengiya çekan û destpê kirina pêvajoyek nû gelek girînge." Hatîmogullari: Dive dewlet gûh bide peyama Ocalan Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Tulay Hatîmoglu dest nîşan kir ku pirsgirîka kurd bûye pirsgirîka Rojhilatanavîn û bi van gotinan bang dewletê kir: "Peyama Ocalan watedare. Dive berpirsyar jî peyama Ocalan berçav bigire. Ji ber ku di vê pevajoyê de gelek mirov jiyana xwe ji dest da. Çareserkirina pirsgirîka kurd dê derî li demokratîkbûnê jî veke. Dive dewlet gûh bide peyama Ocalan, ber çav bigire. Êdî naxwazin welatê ku bûyî gola xwînê bijîn." (ozp/mae)