Şaredariya Xinûsê kirin qereqol 2016-09-13 10:36:02 ERZIROM (DÎHA) - Şaredariya Xinûsê ya ku qeyûm hat tayînkirin polîsan veguherandin qereqolê. Şaredariya Xinûsê ya Erziromê ku qayûm hat tayînkirin bi bariyeran ve hat girtin û ala tiran li ser camên şaredariyê hat daliqandin. Bi fermana qeyûm Bulent Ay ve li ber şaredariyê jî wesayîtên zirxî û gelek polîs hatin bicihkirin. (sa)