Girtiyê ji Kobanê ji ber nasnameya wî tune terkî mirinê kirine 2016-09-13 09:02:29 ÎZMÎR (DÎHA) - Girtiyê ji Kobaniyê Muhammed Muhammed ji ber ku di tûrikê moziya wî de qelîştek heye heye gurçikên wî bi xetereya rizandinê re rû bi rû ye. Muhammed di nameya xwe de aşkera kiriye ku ji ber ku nasnameya wî tune ew terkî mirinê hatiye kirin. Binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tikiye û Kurdistanê her ku diçin zêde dibin. Girtiyê bi navê Muhammed Muhammed piştî di berxwedana Kobanê de birîndar bû û di 28'e çileya 2015'an de ji bo tedawiyê di Deriyê Murşîtpinarê yê Tirkiyeyê re derbasî Tirkiyeyê kirin, hêj 10 roj bû dihat tedawî kirin hat girtin. Muhammed bi îdiaya dişibe kesekî li Tirkiyeyê sûc kiriye, piştî tê girtin wî dişînin Girtîgeha Tîpa T a OSmaniyeyê, piştre sirgûnî Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa T a Bandirmayê tê kirin. Muhammed der barê rewşa xwe de nameyek ji TUHAD-FED'a Îzmirê re şand. Di mûziya wî de kevir heye Muhammed aşkera kir ku ji ber birîndariya xwe 4 mehan bi tûrikê Kolostomê re jiyan kiriye, piştî şandine Osmaniyeyê di hefteya 2'emîn de emelyat bûye, ji ber emelyat û dermanan mîzdanka wî kevir girtiye. Ji ber vê rewşê çend caran rakirine nexweşxaneyê, her çendî li nexweşxaneyê derfet hebûne jî tedawiya wî nehatiye kirin. Ji ber vê tûrikê mîzdanka wî qelişî ye, heke neyê derman kirin dê gurçikên wî birizin. Muhammed piştî li Kobanê birîndar dibe û wî tînin wergeha AFAD'ê diviya bû nasname bida na wî, lê nasname nedane wî û dixwazin wekî bi dizî ketiye Tirkiyeyê bidi nîşan. Ji ber bê nasnametiyê bi hemû pêkanînên derveyî mirovahiyê û zextên leşkeran re rû bi rû maye. Muhammed aşkera kir ku ew êşeke dijwar dikişîne, ev 3 meh e ji bo wî bişînin nexweşxaneyê sewqa wî nehatiye derxisitn. Ji ber vê jî her rojên wî bûne wekî îşkence. Muhammedê bê nasnameyî tê darizandin herî dawî ev tişt got: "Ji ber ez biyanî me ez ji malbata xwe tu agahiyê nagirim. Dîsa ez nikarim bi parêzeran re hevdîtinê pêk bînim, nikarim wekaleta xwe bidim. Ez bi riya SEGBÎS'ê beşdarî dadgehê bûm, lê çi tê axaftin min fêm nekir. Ji ber parêzerê min jî tune ez nikarim parastina xwe jî bikin." Muhammedê mafê wî yê parastinê jî hatiye destaserkirin, banga hestewarî li raya giştî kir. (ms)