Piştevaniya jinên kurd bi qadên xweseriyê re 2016-09-13 09:01:27 BURSA (DÎHA) - Jinên kurd ên li Bursayê konserveyên bi xebateke koleftîk amade kirin, dê ji qadên rêveberiya xweser re bişênin. Jinan banga piştevaniyê li gelê kurd û raya giştî jî kir û xwest ew jî piştgiriyê bidin xebata wan. Jinên kurd ên li Bursayê dijîn, ji bo piştevaniya herêmên ji hêla hêzên dewletê ve hatin rûxandin, dest bi xebatan kirin. Jin dê konserveyên ku bi xebateke kolektîf amade kirine dê ji Gever, Nisêbîn, Sûr û Cizîrê re bên şandin. Jinan beriya 2 hefteyan xebatên piştevaniyê dan destpêkirin, bi piştgiriya gel û esnafan nêzî 850 konserve çêkirin. Jina bi nav Ceylan Erol di nava koma jinên piştevaniyê de xebatê dike, der barê xebatên jinan de axivî. Erol diyar kir ku divê xebatên wan wekî xwarina aştiyê bê dîtin û wiha axivî: "Zivistanek dijwar li pêşiya gelên ku avahiyên wan ji hêla hêzên dewletê ve hatiye rûxandin. Xebatên me yên ji bo zivistanê jî hene." Erol banga piştevaniyê li gelê kurd û raya giştî jî kir û wiha berdewam kir: "Jinan bi hevkarî bi sedan qutiyên konserveyê amade kirin. Her kes dikare vê piştvaniyê nîşan dibe." 'Dema piştevaniyê ye' Ji xebatkarên piştevaniyê Makbule Kocaman jî anî ziman ku dewlet mal û kolanên gelê kurd talan kiriye û wiha got: "Dema piştevaniyê ye. Em neçar in piştgirî bidin gelê xwe yên berxwedêr. Dive em xwedî li gelê xwe derbikevin. Em ê jî wekî wan li berxwe bidin." (ozp/ms)