Rezanê bi dengderxistinê qeyûm şermezar kir 2016-09-12 21:28:24 AMED (DÎHA) - Qeyûma li dijî 24 şaredariyên DBP'ê hat avêtin, ji hêla gelê Rezanê ve hat şermezarkirin. Piştî li dijî 24 şaredariyên DBP'ê qeyûm hat avêtin, li navçeya Rezanê ya Amedê gel bi çalakiya dengderxistinê ev pêkanîna dewletê şermezar kir. Ciwan, jin û gelê navçeyê derket kolanan li derebeyan dan û jinan jî di şaneşînên avahiyên xwe de bi kefçî û tebaxan deng derxistin. Her wiha gelek malan çirayên malên xwe pê xistin û vemirandin. Dîsa gelek maşînên di kolanan re derbas dibûn jî li qorneyên maşînên xwe dan û piştgirî dan çalakiya derng derxistinê. Dê her roj di saet 20.00'an de çalakiya dengderxistinê berdewam bike. (bî-rd/ms)