Onder: Divê Feraseta çareserî qebûl kiribe biçe Îmraliyê 2016-09-12 16:26:11 ENQERE (DÎHA) - Endamê Heyeta Îmraliyê û wekîlê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand û wiha got: "Divê berî her tiştî heyeta ku çareseriyêqebûl û fam dike biçe Îmraliyê. Lê niha feraseta serdest feraseta leşkerî û darbeyê ye. Bi vê ferasetê pêşketin çênabe." Piştî Mehmet Ocalan bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevditin kir û peyama wî îro bi raya giştî re parve kir, Endamê Heyeta Îmraliyê û wekîlê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, peyam nirxand. Onder wiha got: "Divê berî her tiştî heyeta ku çareseriyê qebûl û fam dike biçe Îmraliyê. Lê niha feraseta serdest feraseta leşkerî û darbeyê ye. Bi vê ferasetê pêşketin çênabe. Peyama Birêz Ocalan ferqa xwe pir aşkere nîşan dide. Taybetmendiya Birêz Ocalan a herî girîng, helwest û sekna wî ya bi biryar û rêgez e. Her dem li gorî rêgezên aştiyê û çareseriyê tev digere. Ji aştiyê qet tawîz nade. Divê gel û saziyên Tirkiye vi qîmetê birêz Ocalan baş zanibin. Baş wî fam bikin. Azadî, tenduristî û ewlehiya birêz Ocalan ewlehî, tenduristî û azadiya hemû Tirkiyeyê ye. Ev pir aşkere diyar e. Ez rêbaza wî ya têkoşînê pîroz dikim. Divê heyetek ku ji çareseriyê bawer dike û çareserî fam kiribe biçe Îmraliyê. Birêz Ocalan dibêje 'Ger ku dewlet amade be û projeyên wê hebin bila du mirovên xwe bişîne ev pirsgirêk dê di nava 6 mehan de çareser bibe.' Feraseta ku bêje em dê bajaran xera bikin, çiya bombe bikin ev hişmendiya leşkerî û kişla ye. Ev feraset nikare pirsgirêkê çareser bike. Em wekî heyet aligirê çareseriyê ne. Me ev yek jî ji Birêz Ocalan fêm kir." (mae)