HDP û DBP’ê malbata Îmret û Akdenîz ziyaret kir 2016-09-12 14:04:12 ŞIRNEX (DÎHA) - Rêxistinên HDP û DBP’ê malbata Îmret û Akdenîz ku duh hatin binçavkirin ziyaret kir. Rêxistinên HDP, DBP, KURDÎ-DER, MEYA-DER û gelek welatî, li navçeya Cizîra Şirnexê bi mûnesebeta Cejna Qurbanê malbata hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret û hevsrokê HDP’ê Alî Akdenîz yên ku du ji aliyên hêzên dewletê ve hatin binçavkirin ziyaret kirin. Kom piştî ziyaretê derbasî avahiya HDP’ê bûn. (kom/mae)