Pêkanînên derveyî mirovahiyê di dewrê de ne 2016-09-12 11:25:20 EDENE (DÎHA) - Ridvan Ulaş ê ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ya Edeneyê tehliye bû, aşkera kir ku girtiyên li girtîghê di binê pêkanînên derveyî mirovahiyê de ne. Girtiyê bi navê Ridvan Ulaş demek berê ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê tehliye bû, der barê binpêkirinên mafan de agahî da. Ulaş diyar kir ku girtiyên sirgûnî Kurkuçerê tên kirin, bi zorê tên tazî kirin, pêkanînên li girtîgehê rûmeta mirovahiyê binpê dike. Ulaş piştrast kir ku li girtîgehê derketina revîrê bi serê xwe îşkence ye û ev tişt got: "Dema em dibirin muayeneyê kelepçe dihat ferzkirin. Dema me qebûn nedikin tenê derman dinvîsîn û dişandin." Ulaş da zanîn bi OHAL'ê re lêgerînên li kuxûşan zêde bûne, di dema lêgerînan de nêzikatiyên gardiyanan girtî texrîk dikirin, bi keyfî dest datînîn ser pirtûk û alavên girtiyan. 'Mafê meyên parastinê dihat astengkirin' Ulaş di dewama axaftina xwe de got "Di dema hevdîtinên bi parêzeran re gardiyan li gel girtiyan disekinîn û bi kamerayê deng dihatin qeyd kirin, bi nivîskî jî digirtin binê qeydê." Ulaş bi lêv kir ku bi van pêkanînan mafên wanên parastinê dihat asteng kirin. Ulaş herî dawî aşkera kir ku pêkanînên derveyî mirovahiyê dewam dikirin, saeta hevdîtinê jî ji saetekî peyayî nîv saetî hatiye kirin. Ulaş destnîşan kir ku hefteya borî hevdîtina vekirî bû, ev bi girtî pêk hatiye, berî hevdîtinê bi gotinên ne baş girtî texrîk kirine û pêkanînên derveyî mirovahiyê di dewrê de ne. (ms)