Welatê Baskê piştgirî dan Berxwedêrên Greva Birçîbûnê 2016-09-12 11:05:06 AMED (DÎHA)- Rêxistina Piştevaniyê ya Navnateweyî ya Baskê di peyama xwe ya piştevaniyê ya ji bo 50 Berxwedêrên Greva Birçîbûnê şan de diyar kir ku ew ê piştevaniya xwe ya ji bo gelê kurd bidomînin. Rêxistina Piştevaniyê ya Navnateweyî ya Baskê (Komite Internazionalistak), ji bo piştevaniya Berxwedêrên Greva Birçîbûnê ya li Amedê ji bo ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî bê girtin li Amede hatiye destpêkirin peyamek şand. Di peyamê de hat gotin ku wekî gelek gelên din ên ji bo azadiya xwe şer dikin di dîroka gelê kurd de jî qatlîam, êrîş û xwîn heye û li hemberî vê yekê jî li hemberî hemû êrîşan xwe ji nû ve afirandiye. Di peyamê de wiha hat gotin: “Gelê kurd ji aliyê dewletê ku mafên wan ê diyarkirina pêşeroja xwe înkar dikin ve di demên dawî de rastî êrîşên herî dijwar tên. Lê li aliyê din jî gelê kurd ji bo pêşeroja xwe sekneke bi rûmet nîşan dide û divê ev bê gotin ku jin hem di têkoşînê de hem jî di qada civakî de rola ku girtine li ser milê xwe mafên xwe yên hatine înkarkirin digirin. Em careke din êrîşên hikûmeta Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojava dîsa welatên rojava û Yekîtiya Ewropayê kul i hemberî vê yekê bêdeng dimîne û şirîkatiyê dike teşhîr dikin û şermezar dikin. Li aliyê din em pêkûtiyên hikûmeta Îranê ya li Rojhilat a li hemberî girtiyên siyasî dîsa hikûmeta BArzanî ya kul i Rojava hê jî ambargoya ku didomîne, hevkariya wî ya bi Tirkiyeyê re jî ji bîr nakin. Dîsa em tecrîda derveyî hiqûqê ya li dijî Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar dikin ji bo ku hevdîtinên muzakereyan careke din dest pê bike wekî gavekî rakirina tecrîdê dixwazin û bêguman dixwazin ku hemû girtiyên siyasî ew jî azad be. Em wekî Komîteya Piştevaniya Navneteweyî dibêjin ku mafê xwerêxestinkirin û parastinê ya ku gelê kurd li Bakur, Rojava, Rojhilat û Başûr didomîne nas dikin. Li Welatê Baskê em ê bibin dengê daxwazên gelê kurd û piştevaniya xwe ya navneteweyî bidomînin. Bijî Berxwedana Kurdistan!” (sa)