Li dijî avahiya AKP'ê êrîşa bombeyî 2016-09-12 11:04:07 WAN (DÎHA) - Li dijî noqteya polîsana li ber avahiya AKP'ê ya Wanê êrîşeke bombeyî pêk hat. Êrîşa bi maşîna bombebarkirî pêk hat de, avahiya AKP'ê xesareke mezin dît. Di teqînê de 11 kes birîndar bûn. Li dijî noqteya polîsan a li ber avahiya AKP'ê ya Wanê bi maşîna bombebarkirî êrîş pêk hat, êrîşa di saet 11.00'an de pêk hat di teqînê de li gorî agahiyên destpêkê 11 kes birîndar bûn. Piştî teqînê gelek maşînên zirxî û ambûlans sewqî herêmê hatin kirin. Li gorî agahiyan di teqînê de kesên mirî û birîndar hene, bi maşînên TOMA'a şewata li herêmê tê vemirandin. Ji ber teqînê avahiya AKP'ê xesarek mezin dît, riya li ser kolanê ji bêla polîsan ve hat girtin û nahêlin kes nêzî herêmê bibe. Li kuçeyan kontrola nasnameyan tê kirin. Wekîlê AKP'î: Kes birîndar bûn Wekîlê AKP'ê yê Wanê Burhan Kaya beşdarî televziyona CNN'yê bû der barê teqînê de agahî da. Kaya diyar kir ku li gorî agahiyên destpêkê kesên ku jiyana xwe ji dest dane tune ne, lê 11 kes birîndar bûne. (ms)