Hevserokên Giştî yên DBP'ê: Dê berxwedan bi ser keve 2016-09-12 10:00:12 AMED (DÎHA) - Hevserokên Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek û Sabahat Tuncel, bi minasebeta Cejna Qurbanê peyamek weşandin û diyar kirin ku dê têkoşîna azadî û berxwedanê hemû êrîşan vala derbixe. Di peyamê de hat gotin baweriya wan heye dê li Rojhilata Navîn aştî, azadî û aramî bi pêş keve, di vê der barê de heta dawî ew xwedî bawerî ne û ev tişt hat gotin: "Polîtîkayên AKP'ê yên yekparêz, nijadperest û milîtarîst her dem li dijî kurdan bûye plana çok şkandinê, bi vê riyê çav berdaye hemû destkeftiyên kurdan. Dixwaze siyaseta demokratîk ji holê bide rakirin." Di dewama peyamê de ev tişt hat gotin: "Ji ber hemû zext, zilim û tundiyan jî gelê me bi ser bilindî têkoşîna xwe ya rûmetê berdewam dike. Ev berxwedana gelê me ya ji bo azadî û destkeftiyên gelan, dê pêşeroja hemû gelan ronî bike. Dê di vê cejnê de jî gelê me têkoşîna xwe berdewam bike û hemû êrîşan vala derbixe. Em heta dawiyê di wê baweriyê de ke kesên têkoşîna heq û edaletê didin dê bi ser kevin, careke din em bi hêvjiya aştî, azadî û edaletê Cejna Qurbanê ya alema Îslamê pîroz dikin." (ms)