'Em şaredariyên xwe teslîm nakin' 2016-09-12 09:13:23 WAN (DÎHA) - Gelê Qelqeliyê tayînkirina qeyûmê şermezar kirin û diyar kirin ku wan bi berxwedanek mezin şaredarî bi dest xistin û dê şaredariyên xwe teslîm nekin. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu biryara qeyumê da û qeyûm tayînî 28 şaredariyan kir. Piştî ji bo 24 şaredariyên DBP'ê qeyûm hat tayînkirin bertek û nerazîbûn zêde dibe. Gelê Qelqeliyê ya Wanê jî bertek û nerazîbûnên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew dê qet şaredariyên xwe bi destê wan de bernedin. Welatiyê navçeya Qelqeliyê Turgut Çalişkan anî ziman ku tayîna bi qeyûmê desteserkirina vîna wan e û we dê vê yekê tu carî qebûl nekin. Çalişkan, anî ziman ku wan bi hêsanî Şaredarî bi dest nexist û dê bi hêsanî şaredariyên xwe teslîm nekin. Çalişkan anî ziman ku hêza gelê kurd heye ku xwe bi xwe bi rêve bibe. 'Ez qeyûmê nas nakim' Welatî Bîlal Boncuk jî anî ziman ku rêveberiya şaredariyan bi vîna gel hatiye hilbijartin û encax tenê bi vîna gel rêveberiyên wan bên guhertin û wiha got: "Em qeyûmê nas nakin. Ez wekî bijartiyekî qeyûmê nas nakim. Gelê kurd dê qeyûmê nas nake Welatiya Qelqeliyê Kudret Akgul jî anî ziman ku îktîdara AKP'ê bi tayînkirina qeyûman heviya aştiyê xelas kir û wiha got: Bila her kes baş zanibe ku gelê kurd bi van pêkanînan têk naçe û dê heta dawî di ber xwe bide. Gelê kurd vê biryarê û qeyûmê nas nake. Em dê heta dawî li pey bijartiyên xwe bin." (mae)