Her cejn ji bo kurdan dibe şîn 2016-09-12 09:11:22 DENÎZLÎ (DÎHA) - Welatiya 56 salî Amîne Ozdemîr, di erefeya Cejna Qurbanê ya 1987'an de leşkeran xaniyê wan şewitand û tevî zarokên wê koçber kirin. Ozdemîr a ji ber zilma dewletê koç kirin diyar kir ku kurd di hemû cejnan de heman êş û şînê dijîn. Hemû cejnên remezan û qurbanê li Kurdistanê di nava şînê de derbas dibin. Gelek malbatên kurd piştî leşker û cerdevanan xaniyê wan xera kir û şewitand, neçar man koçî bajarên rojava bikin. Yek ji welatiyên ku xaniyê wan hat şewitandin û koçber bûn malbata Ozdemîr e. Welatiya 56 salî Amîne Ozdemîr di erefeya 1987'an de xaniyê wê hat şewitandin û koçî Denîzliyê kir. Leşker û cerdevanan mala wan a gundê Zivinga Şikaka ya Dihê xera kir û şewitand. Ozdemir 3 caran xaniyê xwe ava kir û 3 caran xaniyê wê hat şewitandin. Ozdemir, herî dawî koçî Denîzliyê kir. Dewlet hemû cejnê me dike şîn Ozdemîr, anî ziman ku dewlet hemû şahî û cejnê wan li wan dike şûn û êş û wiha got: "Dewlet û hikûmet di her erefeyên Cejnê Qurbanê de şahiyên me li me dike êş û şîn. Di erefeya Cejna Qurbanê ya sala 1987'an de leşker û cerdevanan bi ser mala me de girt û hemû alav û cilên me yên cejnê dizîn û birin. Dema min bertek nîşanî cerdevanan da êrîşî min kirin. Du caran xaniyê min xera kirin. Herî dawî di 1987'an de cara sêyemîn xaniyê min xera kirin û şewitandin. 2 hespên li hewşê jî bi guleyan kuştin. Çêlek û pez yên di gomê de jî dan ber guleyan û kuştin. Ji wê demê heta niha hemû cejnên kurdan li wan kirin êş û şîn. Di hemû cejnan de ew êş û jan tê bîra min û ez her sal ji nûve wê êşê dijîm." Ozdemîr xwest êdî xwîn û kuştin raweste û aştî bê Kurdistanê. Ozdemîr, herî dawî anî ziman ku aştî û aramiya li Kurdistan û Tirkiye bi azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û xwest ji bo aştî û aramiyê demek berî demekê Ocalan azad bibe û tecrîd bi dawî bibe. (mae)