'Faşîzma 12'ê Îlonê hêj dijî'' 2016-09-12 09:09:24 ÎZMÎR (DÎHA) - Mexdûr û şahidên darbeya 12'ê Îlonê diyar kirin ku faşîzma 12'ê Îlonê hêj dijî û tu carî xelas nebûye. Wezareta Karê Hundir qeyûm tayînî 24 şaredariyên DBP'ê û 4 şaredariyên din kir û rêveberiyên wan desteser kir. Bi hêza leşker û polîsan di saetên serê sibê de bi ser avahiyan degirt û şaredarî dagir kirin. Têkildarî mijarê Rêveberên saziyên civakî helwesta hikûmetê rexne kirin. Mexdûr û şahidên darbeya 12'ê Îlonê ku 36 sal li pey xwe hiştin, diyar kirin ku faşîzma darbeya 12'ê Îlonê îro ji aliyê AKP'ê ve di meriyetê de ye û wiha gotin: "Tayînkirina qeyûman 28 şaredariyên DBP'ê nîşan dide ku darbeya 12'e Îlonê hêj dijî. Endama Komeleya Dostaniyê ya ÎMECE Gunseli Kaya diyar kir ku tayînkirina qeyûmê dê rê li pêş teqîna civakê veke û wiha got: "Şaredarî ji aliyê paşayên Qesrê ve ji peyvirê tên girtin. Li şûna wan efserên leşkerî tên tayinkirin. Hin şaredar jî tên binçavkirin. Hemû zagon, hiqûq demokrasî dikeve bin piyan." 'Dîktaya sivîl e' Kaya, anî ziman ku ev diktaya sivil e û dê rê li pêş teqîna bûyerên civakî veke. Êdî ewlehiya kar û ewlehiya jiyana mirovan tue ye. Vîna gel tune tê hesibandin." 'Hişmendiya vînê tune dibîne hişmendiya darbeyê ye' Serokê Giştî yê Partiya Dahatuya Çep û Keskan (YSGP) Naci Sonmez jî anî ziman ku heta hesap ji darbeya 12'ê Îlonê neyê pirsîn aştî û demokrasî pêş nakeve û wiha got: "Piştîhilbijartina 7'ê Hezîranê îktîdara AKP'ê serî li rêbazên darbeya 12'ê Îlonê da. Şer tercîh kir. Ev jî nîşan dide ku hişmendî û faşîzma 12'ê Îlonê didome. Piştî 36 sal şûnde hêj hişmendiya 12'ê Îlonê dijî. Li şûna hesap ji wê bipirse, wê nû dike û ji nûve dixe meriyetê." Serokê Komeleya 78'an a Herêma Egeyê Servet Ali Çinar jî anî ziman ku bi îlana OHAL'ê re hişmendiya darbeya 12'ê Îlonê ji nûve ketiye meriyetê û wiha got: "Îro darbeya faşist ji nûve dijî. Ev nîşan dide ku qet ruhê darbeya faşîst a 12'ê Îlonê xela nebûye û hêj dijî. (mae)