Berxwedêrê 62 salî: Kêr gihişt hestî' 2016-09-12 09:07:23 AMED (DÎHA) – Berxwedêrê greva birçîbûnê yê temenê wî herî mezin Murat Doner ê 62 salî, ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin ji Wanê hat Amedê û tev li çalakiyê bû. Doner destnîşan kir ku êdî tehamula wî nema û got: “Êdî kêr gihişt hestî. Ji bo azadiya Serokatî sebra min nemabû.” Berxwedêrê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ê temenê wî herî mezin Murat Doner e. Doner di sala 1955’an de li gundê Kundisan ê bi ser navçeya Xîzana Bedlîsê ve hetiye dinê. Dibistana seretayî û navîn li Tetwan û lîseyê jî li Wanê xwendiye. Bi malbata xwe re hêj biçûk bû koçî navenda Wanê kir û heta îro li Wanê dijî. Di sala 1982’an de wek karmendê Edliyê li Wanê dest bi kar kir. Di 1996’an de ji doza PKK hat girtin. Di 1999’an de serbest tê berdan. Piştî ku serbest hat berdan rêveberiya saziyên siyasî û civakî kir. Doner ji ber vê dozê bi boneya tazmînatê serî li AÎHM’ê da û hêj dosya wî li wir e. Doner niha jî li TUHAY-DER’ê rêveber û li ser navê vê saziyê tevlî çalakiyê bûye. ‘Kêr dabû ser hestî nedibû ez nehatima’ Doner bi nasîna xwe dest bi axaftina xwe kir û got ku ew heta niha di nav sedan çalakiyên ji bo Ocalan û demokratîk de cih girtiye. Doner diyar kir ku sê keçik û du lawikê wî hene û wiha got: “Ez li ser riza xwe hatime vê çalakiyê. Êdî kêrê dabû ser hestî. Sebra min nema û êdî ez hatim vir. Hevala min got ‘Tu kalî neçe.’ Lê min got êdî tehamula min nemaye û ez hatim tevlî berxwedanê bûm. 22 gerîlayên malbatê hene û heta niha 5 gerîlayên me şehît ketine. Di sala 1994’an de gundê me ji aliyê dewletê ve hat şewitandin û hemû gundî ji gund hatin derxistin. Li gelek deveran belav bûn.” ‘Greva ji bo Serokatî wek nexweşxaneyekî ye’ Doner da zanîn ku ew di sala 2014’an de dema pêvajoya berxwedana Kobanê de 15 roj li ser xeta sînorê Pirsûs û Kobanê ji bo azadkirina Kobanê tevlî nobetê bûye û wiha got: “Ligel ku ez nexweş bûm jî lê ji ber ku min li wir ji bo berxwedanê û azadiyê nobet digirt qet nexweş neketim. Greva ji bo Serokatiyê ez wek nexweşxaneyekî dibînim. Nexweşiya tansiyon bi min re heye. Ez nexweş bûm hatime vir ketime grevê baş bûme. Mucîzeyek di vir de heye. Lewra îro Serokatî têkoşîna 50 mîlyon dide meşandin. Divê em jî bedena xwe bidin ber mirinê.” ‘Serok Ocalan di dilê gelê kurd de ye’ Doner armanca beşdariya greva birçîbûnê jî wiha wiha vegot: “Armanca hatina min vir berdena Serokatiyê ye. Ev bû 18 sale girtiye û bi mehane em jê bê agahî ne. Em bang li rayedarên hikûmet û dewletê dikin ku bi lezgînî parêzer û malbatan bişînin. Gel gelek bêsebir bûye. Serok Abdullah Ocalan di dilê gelê kurd cih girtiye. Em dixwazin êdî Serokoatiya me di nav me de be.” ‘Serokatî nirxa me ya herî mezin e’ Doner destnîşan kir ku li Kurdistanê nirxê wan ê herî mezin Rêber û cangoriyê wan in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heta hevdîtin bi Serokatiyê re pêk neyê em dev ji çalakiya xwe bernadin. Tenê ne Serokê gelê kurd e serokê Hemû gelên Rojhilata Navîn e. Serokê her gelekî bindest e. Li Rojhilata Navîn çareserî ancax îro bi rê û rêbazên Serokatiyê pêk were. Bila çavê hemû dinyayê kor bibe ku Serokatî îro di nav dîwaran de dîl girtine û felsefe û bîrdoziya wî ya xurt nabînin. Hûn çi dikin bila bikin kes nikare Serokatiya me dîl bigere. Jiyan bê Serok nabe. Kesê ku dixwaze jiyanek azad û aramî bixwaze divê bê ser rê û rêbazê Serok Ocalan. Bila herkes bê ser riya heqîqetê.” (kom/bg/mae)