Malbatan gorên YPS/YPS-JIN ziyaret kirin 2016-09-11 20:18:30 AMED (DÎHA)- Endam û rêveberên DBP, HDP, MEYA-DER'ê, bi minasebeta Cejna Qurbanê gorên şervanên YPS û YPS-Jin ên di berxwedana rêveberiyên cewherî de jiyana xwe ji dest dan ziyaret kirin. MEYA-DER'ê bi minasebeta Cejna Qurbanê goristan ziyaret kirin. Di ziyaretê de Wekîla HDP'ê Feleknas Uca, Hevşarêdarê Bajarê Mezîn ê Amedê Fîrat Anli, endam û rêveberên DBP û HDP'jî amade bûn. Komê, gorên şervanên YPS û YPS-JIN ên li bajarên rêveberiyên xweser lê hatin îlanirin jiyana xwe ji dest dan ziyaret kirin. Komê di ziyaretê de gorên siyasetmedarên kurd Cihan Denîz û Husnu Ablay ên di 24'ê Hazîrana 2008'an de ji Amedê diçûn Ênkereyê û di qezayê de jiyana xwe ji dest dan ziyaret kir û ew bi bîr anîn. Komê di bîranînê de gul danîn ser gorên wan û dua xwendin û belav bûn. (ra-mg/mae)