Alîkariya ji bo Cizîr û Nisêbînê hat desteserkirin 2016-09-11 17:41:17 EDÎRNE (DÎHA) - Midûriyeta polîsan a Edîrneyê alîkariya ku Komeleya Rojava ji bo gelê Cizîr, Sûr û Silopiya kom kir desteser kir. Şaxa Komeleya Piştevaniya Rojava ya Stenbolê li Edîreyê ji bo gelê Cizîr, Sûr û Silopiya alîkarî kom kir. Yekîneyên Polîsan ê Midûreyat Polîsan a Edîrneyê alîkariya ku ji zexîre, cil û nivînan pêk dihat bi hinceta "Bê destûr hatiye komkirin" desteser kir. Polîsan kamyona alîkariya zexîre û nivînan rawestand û ajokarê wê M.B. binçav kirin û birin midûriyeta polîsan a Edîrneyê. (mae)