Tabeleya 'Kurd nikarin bikevin vir' hêj li nava Stenbolê daliqandiye 2016-09-11 17:06:03 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Rojên borî hin kesan li Sariyer a Stenbolê li ser tabelaya aydî şaredariyê bi boyaxa sor 'kurd nikarin bikevin vir' nivîsandibûn. Ligel bertek û nerazîbûnan heta niha hêj şaredariyê mudaxaleyî tabelayê nekiriye. Li navçeya Sariyer a Stenbolê hin kesên nîjadperest li ser tabeleya aydî şaredariyê nivîsa 'Kurd nikarin bikevin vir' nivîsandibûn hêj li cihê we daliqandiye. Nivîsa li ser tabelayê ji serê mehekê li şûna xwe ye û heta niha şaredariyê mudaxaleyî vê tevgera nijadperest nekiriye. Ev yek ji aliyê gelê kurd ve bû sedema bertekan. (ot)