Mehmet Ocalan ji Îmraliyê vegeriya 2016-09-11 16:20:56 BÛRSA (DİHA) - Birayê Rêberê PKK'ê Mehmet Ocalan ê ji bo bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike çû grava Îmraliyê vegeriya. Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê di saetên serê sibehê de bi keştiya Tuzlayê ji lîmana Gemportê çû Îmraliyê vegeriya. Nehat zanîn ku Mehmet Ocalan bi birayê xwe Ocalan re hevdîtin kiriye an na. Çav li rê ye ku Mehmet Ocalan li Serfermandariya Cendermeyan a Gemlikê daxuyaniyê bide. (ot )