Qayûm ji 'xwerêveberiyên cewherî' tolê digire 2016-09-11 16:15:36 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - DBP'ê di 30'yê Adara 2014'an de bi dengekî zêde şaredarî ji AKP'ê stand, Wezareka Karê Hundur dest danî ser şaredariyan. Bi taybetî destdanîna ser şaredariyên ku "Xwerêveberiyên cewherî" îlan kirin, bal kişand. Wezareta Karên Hundur bi Biryarnameyên Hukmê Qanûnî (KHK) dest danî ser 28 şaredariyan. Ji 28 şaredariyan 24 şaredarî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ne. Di 30'yê Adara 2014'an de Hilbijartinên Giştî yên Îdarî û Taxî pêk hatibûn, BDP'ê bi ferqeke mezin 24 şaredariyên ku bi dest xistibû, bi taybetî di 24'ê Tîrmeha 2015'an de bi şerê topyekun re, li dijî gelek navçeyên ku xwerêveberiyên cewherî şer hat destpê kirin. Şerê li dijî an van navçeyên xwerêveberiyên cewherî hatiye destpêkirin jî balê dikişîne. Bi van êrîşan re şîroveyên wekî "AKP ji xwerêveberiyên cewherî tolê digire" anî rojevê. Hevşaredar hatin girtin Hevşaredarên ji hêla gel ve hatin hilbijartin, ji ber ku piştgirî dan daxuyaniyên meclisên gel, ji hêla desthilatdariyê ve hedef hatin girtin, gelek ji wan hatin girtin. Gelej ji wan hêj di gertîgehê de ne. Bajar hatin rûxandin Şaredarên bi riya qayûmê hatin destaserkirin ên wekî Sûr, Farqîn, Nisêbîn, Kerboran, Cizîr û Silopiya bi mehan ji hyêla hêzên dewletê ve hatin bombekirin û rûxandin. Tenê li Cizîrê 251 kes, li Sûrê 91 kes hatin qetilkirin. Li dijî vîna gel derbe Di Hilbijartinên Herêmî yên 30'yê Adara 2014'an de 24 şaredarên DBP'ê bi rêjeya deng şaredarî bi dest xistine wiha ne: 1- Colemêrg 17.788 %66.7 2- Êlih 91.231 %55.8 3- Êlih-Kercews 1.402 %52.4 4- Êlih-Qubîn 2.172 %50.4 5- Êlih-Awîskê 981 %56.2 6- Amed-Farqîn 25.508 %69.5 7- Amed-Sûr 29.989 %54.4 8- Erzirom-Hinûs 4.916 %39.1 9- Îdir-Tozan 2.320 %51.6 10- Îdir-Xweşxeber 778 %61.7 11- Mêrdîn-Kerboran 7.281 %60.1 12- Mêrdîn-Dêrik 18.086 %64.4 13- Mêrdîn-Şemrex 8.790 %61.7 14- Mêrdîn-Nisêbîn 36.697 %78.7 15- Mûş-Kop 4.553 %45.8 16- Sêrt-Dihê 2.089 %52.3 17- Riha-Pirsûs 23.050 %52.5 18- Şirnex-Cizîr 36.403 %81.6 19- Şirnex-Silopiya 27.355 %78.1 20- Wan-Artemêt 25.020 %50.9 21- Wan-Erdîş 34.553 %49.4 22- Wan-Riya Armuşê 60.186 %48.3 23- Wan-Qelqelî 18.007 %71.6 24- Agirî-Giyadîn 3.568 %48.4 (ms)