Gelê Sûrê biryara qeyumê şermezar kir 2016-09-11 16:01:09 AMED (DÎHA) - Gelê Sûr û Amedê tevî Hevşaredarên Sûrê tayînkirina qeyûmê protesto kirin. Girseya ku derket kolanê rastî êrîşa polisan hat. Tayînkirina qeyûmê ya bo Şaredariya Sûr a Amedê bi tevlîbûna hilbijêr û Amediyan bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin. Sedan welatiyên tevî Hevşaredara bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Parlementerên HDP'ê Sîbel Yîgîtalp, Meral Daniş Beştaş û Feleknas Uca dema li ber avahiya Şaredariya Sûrê xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê rastî êrîşa bi ava şid a polîsan hatin. Polîsên bi ava şid êrîş kirin hewldan welatiyan bi copan derp bikin û pevçûn qewimî. Welatiyên ketin hundirê avahiyên HDP û DBP'ê jî rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsên hewldan deriyên avahiyên HDP û DBP'ê bişkênin rastî nerazîbûna girsê hatin. Ligel ku polîs bi anonsan dixwaze gel ji ber avahiya Şaredariya Sûrê veqete jî gel rawestandina xwe didomîne. Li aliyê din hate zanîn ku di dema mudaxaleyê de Sekreterê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Huseyîn Bayram û welatiyê ku navê wî nihat hînbûn ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin. Aloziya li ber avahiya Şaredariya Sûrê didome. Welatiyên ku bîhistin qeyûm bo Şaredariya Sûrê hatiye tayînkirin li ber avahiyê kom dibin. (ot )