'Dest nede mamosteyên min' 2016-09-11 15:02:24 EDENE (DÎHA) - Di çarçoveya biryara KHK'ê de bi hezaran mamoste ji peywîrê hatin girtin, Partiya Kedê (EMEP) got "dest nede mamosteyên min" êrîşên li dijî mamosteyan şermezar kir. Di çarçoveya Biryaranameya Hukmên Qanûnî (KHK) de bi hezaran mamoste ji kar hatin dûrxistin, Partiya Kedê (EMEP) ya Edenê li Parka Înonuyê daxuyanî da çapemeniyê û ji peywîrê girtina mamosteyan şermezar kir. Di çalakiyê de pankarta "Dest nede mamosteyên min" hat vekirin û dirûşmên "Ji derbeyê re na bila OHAL bê rakirin" û "Dê roj bê AKP hesab bide gel" hatin berzkirin. Çalakiya ku gelek kes beşdar bibûn de, Seroka EMEP'a Edeneyê Sevîl Arici Bek daxuyanî xwand. Bek aşkera kir ku bi OHAL û KHK'ê re zextên li dijî kedkar, karker û çapemeniyê zêde bûne. Bek bi lêv kir ku AKP bi êrîşên li dijî saziyan re ji nûve li gorî xwe sererastkirinekî dike û ev tişt got: "Li dibistanekî mamosteyek ji derveyî mufredatê dê çi vebêje, hikûmetê di şevekî de di bin navê têkiliya bi terorê re bi hezaran kes ji mamostetiyê avêt." Bek aşkera kir di 19'ê îlonê de dê serdema perwerdeya nû destpê bike û dê milyonek xwendevan bê perwerde bimînin, heke li welatekî bi hezaran mamoste ji kar bên avêtin, li wir behsa demokrasiyê nayê kirin. Bek destnîşan kir ku dê gel û kedkar li dijî gaspê bê deng nemînin. (ms)