Nerazîbûna li dijî qeyûmê mezin dibe 2016-09-11 14:55:59 ŞIRNEX/MÊRDÎN (DÎHA) - Hevşaredarên Navçeyên Silopî û Cizîra Şirnexê û Hevşaredarên navçeyên Nisêbîn, Şemrex, Dêrik û Kerboran ên Mêrdînê nerazîbûnek tund nîşanî tayînkirina qeyûmê dan û danzanîn ku ewê tevî gelê xwe şaredariyan biparêzin û gotin: "Xwedîderketina Şaredariyan, xwedîderketina têkoşîna li 40 salan e. " 'Vîna gel hatiye dorpêçkirin' Hevşaredara navçeya Silopiya Şirnexê Emine Esmer dazanîn ku gelê Silopiya yê ji sedî 85 bi dengên xwe vîna xwe nîşan daye û got ku îro vîna gel bi panzer û barîkatan hatiye dorpêçkirin. Esmer diyar kir ku ne gel û ne jî siyasetmedar dê nêzikatiya li dij demokrasiyê qebûl nakin û got ku ewê li ber xwe bidin. Hevşaredarê Silopiya yê Seyfetîn Aydemîr jî dazanîn ku şaredarî bi darê zorê hatiye desteserkirin û got: "Emê tu demî vê desteserkirina bi darê zorê qebûl nekin. Emê tevî gelê xwe li hemberî vê pêkanînê li ber xwe bidin." 'Emê heta dawiyê li ber xwe bidin' Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Kûnûr jî diyar kir ku desteserkirina şaredariyê derbeya li hemberî vîna gel e û got: "Vê sibehê him şaredariya me dagir kirin û him jî Hevşaredara me Leyla Îmret û Hevserokê me yê HDP'ê Alî Akdenîz kirine bin çavan. Em dê li hember van pêkanînan heya dawiyê li ber xwe bidin." 'Tayînkirina qeyûmê derbeya li dijî vîna gel e' Hevşaredarê Kerboranê Mahmût Kiliç diyar kir ku tayînkirina qeyûmê li hember vîna gel derbeyek sivîl û nenaskirina vîna gel e û got ku tişta ku bi hilbijartinan nekarîn bi dest bixin niha dixwazin bi qeyûman bikin û anî ziman ku ewê li hemberî vê pêkanîna dijdemokratîk heya dawiyê li ber xwe bidin. 'Emê qeyûman biqewirînin' Hevşaredara Şemrexê Necla Yıldırım jî dazanîn ku bi hezaran polîsan bi wesayitên zirxî derdora şaredariya wan dorpêçkirin û dest danîn ser Şaredariyê. Yildirim dazanîn ku hemû xebatkarên şaredariyê biryar dane ku ewê bi qeyûm re nexebitin û got ku xwedîderketina şaredariyê xwedîderketina têkoşîna 40 salan e û dazanîn ku ewê tevî gelê xwe qeyûmê ji Şemrexê biqewirînin. Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya jî dazanîn ku ew bi rêjeyek zêde ya dengê gel hatine hilbijartin û anî ziman ku tayînkirina qeyûmê êrîşa dawî ya li hemberî vîna gel e. Hevşaredarê Dêrikê Yaşar Acebek jî got ku tayînkirina qeyûmê derbeya li dijî vîna gel e û got ku wan heta niha çawa li hemberî derbeyan li ber xwe dabin dê îro jî bi heman awayî li dijî derbeya AKP'ê li ber xwe bidin. (kom/no/ot)