Wekîla Hevşaredarên Silopiyê daxwaza qeyûmê red kir 2016-09-11 14:08:46 ŞIRNEX (DİHA) - Wekîla Hevşaredariya Silopiya Elîf Cîn daxwaza Qeymeqam Savaş Konak a ku peywirê bide qeyûm red kir. Li navçeya Silopiya Şirnexê piştî serê sibê polîsan bi ser şaredariyê de girt û li derdora şaredariyê barîkat danîn Qeymeqamê Silopiya Savaş Konak bi telefonê li Wekîla Hevşaredariya Silopiya Elîf Cîn geriya û jê xwest were şaredariyê û peywirê radestî qeyûm bike. Cîn daxwaza qeymeqam red kir û diyar kir ku ew naçe wekaletê nade qeyûm. (kom/no/ot)