Ji bo xwedî li vîna xwe derkevin herikîn ber şaredariyan 2016-09-11 13:55:40 RIHA (DÎHA) - Piştî qayîm avêtin ser Şaredariya Pîrsûsê bi sedan welatî herikîn ber şaredariyê û xwedî li vîna xwe derketin. Yek jî şaredariya ku qayûm avêtin ser jî Şaredariya navçeya Pirsûsê ya Rihayê ye. Piştî gel bihîst qayûm avêtine ser şaredariyê û polîsan dor li şaredariyê girtiye, gelek kes çûn ber şaredariyê. Polîsên bi ser şaredariyê de girtin, lêgerîna wane di avahiyê de dewam dike, girseya Hevşaredar Halîl akbaş û xebatkarên meclisê jî di nav de nin, li ber avahiyê sekna wan berdewam dike. Girseya her ku diçe hejmara wan zêde dibe, dem dem anonsên polîsan ên belav bin tên kirin, girse bi dirûşmên wekî "Em xwedî li vîna xwe derdikevin" didin hêzên dewletê. Li ser anonsên polîsan jî gel li ber avahiyê belav nebû, polîsan êrîşî girseyê kir. Di maşînên TOMA de li ser welatiyan de ava şid hat reşandin û polîsan bi bombeyên gazê êrîşî gel kir. Pevçûnên li herêmê di nava kolanan de belav bûn. (ms)