Orhan Pamuk: binçavkirina Altanan şerme, ez protesto dikim 2016-09-11 13:27:02 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Nivîskarê navdar û xwediyê Nobelê Orhan Pamûk ji rojnameya La Repubblica re axivî û binçavkirina rojnameger Ahmet Altan û Prof. Dr. Mehmet Altan protesto kir. Nivîskarê Navdar Orhan Pamuk diyar kir ku ew li hemberî Tirkiye ya ku azadiyan ji holê radike bi hêrse. Pamuk di axavtina xwe de dazanîn ku ew binçavkirina birayên hev Altanan protesto dike û wekî şermek mezin dibîne û anî ziman ku kesên hikûmetê rexne dikin bi hincetek vala bi binpêkirina hiqûqê tên binçavkirin û girtin û got ku wan diavêjin girtîgehan. Pamuk diyar kir ku bi awayekî lez Tirkiye ji demokrasiyê dûr dikeve û dibe dewletek metirsîdar û anî ziman ku nivîskar Asli Erdogan, Nazli Ilicak, Nuriye Akman, Necmiye Alpay, Şahîn Alpay jî wekî Ahmet Altan û Mehmet Altan li Tirkiye tên nasîn û got ku herkes fikrê wan meraq dike. Her wiha Pamuk di dawiya axavtina xwe de xwest hemû nivîskar di heman demê de serbest bên berdan û got ku ger dê bên darizandin jî divê bêyî ku bên binçavkirin bên darizandin û got: "Ji ber cihê ku welatê min hatiye ez gelek xemgîn û bi hêrsim. Bila herkes baş bizanibe ku ji ber ev rewşa heyî Tirkiye li tevahî cîhanê bi awayekî nebaş tê nasandin. Divê herkes vê yekî baş bibîne." (ot)