'Şaredarî cihên temsîlkirina gel e' 2016-09-11 13:08:14 COLEMERG (DÎHA) - Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan diyar kir ku Şaredarî cihên ku lê vîna gel tên temsîlkirin in û got ku hiqûq niha di bin lingan de ye. Ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûmê sedan kesên li ber avahiya Şaredariya Colemêrgê hatin cem hev daxuyaniyek dan çapemeniyê. Ligel Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan, Alîkarê Hevşaredarên Bajêr Fatma Yildiz, gelek endam û rêveberên DBP û HDP'ê û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Yildiz dazanîn ku di nîvê şevê de polîsan bi ser avahiya Şaredariyê de girtine û anî ziman ku Alîkarê Waliyê Colemêrgê Cuneyt Epçî bi awayekî korsanvarî li odeya wê ya meqamê rûniştiye. Yildiz diyar kir ku hemû deriyên şaredariyê hatine şikenandin û xwest herkes li şaredariya xwe xwedî derkeve. Piştre Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan axivî û û dazanîn ku biryara tayînkirina qeyûmê jî hêla AKP û Qesrê ve hatiye dayîn û got ku bi îmzeya du kesan kes nikare biryarek bi vî rengî bigire. Akdogan diyar kir ku Şaredarî cihên vîna gel temsîl dikin in û got ku ew li vê dera aşkere dikin ku li tevahiya welat daraz, rêvebirin û qanûndanînî di bin lingan de ye û bang li gel kir û xwest herkes li şaredariya xwe xwedî derkeve. Rawestandina gel a li ber Şaredariya ku ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin dewam dike. (ot)