HDP: Em derbeya tayînkirina qeyûmê qebûl nakin 2016-09-11 11:23:00 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Navenda Giştî ya HDP'ê têkildarî tayînkirina qeyûmê ya bo Şaredariyên DBP'ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku ev pêkanîna bê hiqûqî û kêfî dê pirsgirêkên li bajarên Kurdan hêj kurtir bike û bîne halê ku pirsgirêka Kurd êdî neyê çareser kirin. Lijneya Rêveberiya Navenda HDP'ê bi daxuyaniyek nivîskî aşkere kir ku tayînkirina qeyûmê ya desteserkirina Şaredariyan a di erîfeya cejna qurbanê de dişibe darbeya 12'ê îlonê. HDP'ê di daxuyaniyê de balkişand ser bombebarankirina Parlementoyê ya şeva 15'ê tîrmehê û aşkere kir ku cûdahiya hewla dest danîna ser rêveberiya Tirkiye û tayînkirina qeyûmê ya bo Şaredariyên DBP'ê ji hev tune ye. Her wiha HDP'ê dazanîn ku tayînkirina qeyûmê ya bi biryarên di hikmê zagonê (KHK) de li dijî Dadgeha Esasî, Peymana Mafên Mirovan a Ewropa, Şertên Rêveberiyên Xweser a Ewropa û Hiqûqa Navneteweyî ye û hat gotin ku biryara tayînkirina qeyûmê di hikmê tunebûnê de ye. HDP'ê di berdewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku ewê gel li hemberî xespkirina mafê xwe serî netewîne, dê li Şaredariyên xwe xwedî derkeve û dê vê bêhiqûqiyê qebûl neke. Di dawiya daxuyaniyê de HDP'ê bang li desthilatdariyê kir û xwest ji ev hewla ku bi firsenda hewla derbeya 15'ê tîrmehê pêk aniye şûnve gav biavêje. (ot)