Li Xirvatîstanê hilbijartinê dest pê kir 2016-09-11 10:52:04 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Welatê Xirvatîstanê ji bo Parlemento bê diyar kirin hilbijartin pêk hat. Hat diyar kirin ku 3 milyon û 799 hezar û 609 dengdêr vê sibehê li Xirvatistanê çûn ser sindoqan û dest bi dengdayinê kirin. Hate diyar kirin ku di hilbijartinên îro de 2 hezar û 456 namzetên di lîsteyên partiyan de cih digirin û ew namzet ji bo ku têkevin Meclîsa Xirvatistanê ya ku xwediyê 151 kursiyan, wê têkevin pêşbaziya hilbijartinan. Çav li rê ye ku Lijneya Hilbijartinê ya Navendî ya Xisvatistanê (DIP) encamên hilbijartinê yên ne fermî di saetên nêzî êvarî de aşkere bike. Li Xirvatistanê biryar hatibû ku girtin ku di 11ê Îlona 2016'an de hilbijartinên nû pêk werin. Li vî welatî piştî hilbijartinên giştî yên 8'ê Mijdara 2015'an Meclîsê dest bi kar kiribû lê ji ber qeyrana hikumetê di 15ê Tîrmehê de hatibû fesih kirin. (ot)