Li Stenbolê 26 wesayît hatin şewitandin 2016-09-11 09:59:52 STENBOL (DÎHA) - Li navçeya Avcilar a Stenbolê di carekê de 26 wesayit hatin şewitandin. Li taxa Gumuşpala ya navçeya Avcilar a Stenbolê ji hêla kesên nasnameya wan ne diyar ve 26 wesayît hatin şewitandin. Li gorî agahiyan wesayît bi benzînê hatin şewitandin. Piştî bûyerê ekîbên agirkujiyê çûn cihê şewatê û wesayitên hatin şewitandin vemirandin. Hate diyar kirin ku hemû wesayit hatine aste neyên bikaranîn. (ot)