Mehmet Ocalan çû Gemlikê 2016-09-11 09:13:10 BÛRSA (DÎHA) - Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan di saetên serê sibehê de çû Serfermandariya Cendermeyan a navçeya Gemlik a Bûrsayê. Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan ji bo bi birayê xwe Ocalan re hevdîtinê bike çû Gemlikê. Tê payîn ku Mehmet Ocalan piştî kar û barê li Serfermandariya Cendermeyan biçe Îmraliyê. (ot)