Jinek li Çewlîgê hat binçavkirin 2016-09-10 12:17:07 ÇEWLÎG (DÎHA) - Li Çewlîgê di serdegirtina malan de jinek hat binçavkirin. Li gundê Îbrahîman ê Çewlîgê 3 roj berê cendirmeyan bi ser malan de girt û jina bi navê Dîlan Keser binçavkirin. Hat zanîn ku Keser sala çûyî ji Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Tokatê mezûn bûye. Kesera ku mebesta binçavkirina wê nehat zanîn,şandin Tokatê. (red)