Gelê Efrînê 5 parasvanên xwe oxir kirin 2016-09-09 20:14:55 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Gelê Kantona Efrînê 5 endamên asayişê yên di êrîşa leşkerên tirk de jiyana xwe ji dest dan oxir kirin. Bi sedan welatiyên kantona Efrnê ji bo oxirkirina cenazeyên 5 endamên Hêzên Erka Xweparastinê û Asayîşê li pêşiya Nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê kom bûn. Piştî cenaze wergirtin, karwanê ji sedan maşîne û tirimpêlan pêk dihat çûn Goristana Şehîd Seydo ya gundê Kefersefra û Goristana Şehîd Refîq a gundê Metîna. Şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Rifet Reşîd û Yûsif Casim li Metîna û Endamên Asayîşê Meqbûlê Ebdo û Xalid Bekir tevî şervanên Erka Xweparastinê Zekeriya Ebad li Kefersefra oxir kirin. (mae)