3 helîkopterên derbkirî anîn Wanê 2016-09-09 17:22:31 COLEMÊRG (DÎHA) - 3 helîkopterên Skorsky ku di 5'ê Îlonê de li navçeya Çelê ji aliyê endamên HPG'ê ve hatin darpkirin anîn Wanê. Di şerê 5'ê îlonê yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê de endamên HPG'e li 2'emîn Femandariya Tugaya Hidût a Çelê 3 helîkopterên Skorsky darp kirin. 3 helîkopterên hatin darpkirin bi TIR'an anîn Wanê. Dema bi TIR'an anîn wanê ser wan bi çadiran pêçan û anîn. Kesê ku wêneyên 3 Skorsky kişandin ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin.Hat zanîn ku kesê navê wî nehat zanîn binçavkirin û telefona wî jî desteser kirin. Şeva ku Serokwezîr Binali Yildirim çû Çelê û leşker ziyaret kirin Navenda Ragihandinê ya HPG'ê (BİM) daxuyanî dabû û diyar kiribû ku 3 Skorsky hatine îmhakirin û 2 Skorsky jî hatine darpkirin. (mae)