Piştî nimêja înê berxwedêrên greva birçîbûnê hatin ziyaretkirin 2016-09-09 16:44:49 AMED (DÎHA) – Mele û endamên DIAY-DER’ê û bi sedan welatî piştî nimêja înê serdana Berxwedêrên Greva Birçîbûnê kirin. Endam û rêveberên DIAY-DER’ê ya Amedê û bi sedan welatî piştî Nimêja Înê ya Sivîl ji Park Ormanê heta avahiya DBP’a Amedê meşiyan û serdana Berxwedêrên Çalakiya Greva Birçîbûnê ya Bêdem û Dorveger kirin û bo berxwedêran re dua kirin. Li ser navê meleyen û cemaetê endamê DIAY-DER’ê Mele Mehmet Emînoglu axivî û diyar kir ku ew çalakiya berxwedêrên greva birçîbûnê ya ku ji bo agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bên wergirtin dane destpêkirin, wek çalakiyeke pîroz û watedar dibînin û piştevaniya wê dikin. Emînoglu anî ziman ku, daxwaza wan ew e ku şer û êrîşên li dijî kurdan rawestin û got divê, demildest agahî ji Ocalan bên wergirtin. Emînoglu da zanîn ku ew ê jî bi dua û niyazên xwe her li gel berxwedêran bin û bang li rayedaran kir ku guh bidin vê çalakiyê. Piştî Emînoglu, Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê û berxwedêrê greva birçîbûnê Nadîr Yildirim jî axivî û dest nîşan kir ku ew ji ber serdana seydayên xwe gelek bextewer û kêfxweş bûne û got ku serdana sazî û gel hêzeke mezin dide wan. (kom/red)