Kirmizigulê HPG’yî li Şemzînanê hat definkirin 2016-09-09 16:31:38 COLEMÊRG (DÎHA) – Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ferhat Kirmizigul (Avareş Zagros) li gundê Tûyê yê Şemzînanê bi beşdariya sedan kesî ve hat verêkirin. Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ferhat Kirmizgul (Avareş Zagros) ê li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê di 2’ê Îlonê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Tûyê yê Şemzînana Colemêrgê hat definkirin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê piştî karên otopsiyê cenazeyê Kirmizgul ji aliyê malbatê ve hat girtin û li ser riya Şemzînan-Geverê ji aliyê konvoyeke dehan wesayîtî hat pêşwazîkirin. Li gund piştî vecîbeyên olî, cenazeyê Kirmizigul li ser milan heta gorsitan gund hat veguhastin. Di dema veguhastina cenaze de dirûşmeyên wek “Bijî serok Apo” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin û li gel posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, wêneyên Kirmizgul û alayên KCK û HPG’ê hatin hilgirtin. Parlementerê HDP'Ê yê Colemêrgê Abdûllah Zeydan, rêveberên HDP û DBP'ê jî di nav de bi sedan welatî beşdarî mersaîma cenazeyî bûn. Piştî rêzgirtina ji bo kesên di rêya azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan, cenazeyê Kirmizgul bi lewbandina lorîkan hat definkirin. Piştî definkriina cenazey, girse berê xwe da mala şînê. (kom/red)