Baroya Amedê bang li Serokwezîr kir: Tiştê ku hûn dizanin aşkere bikin 2016-09-09 16:20:10 AMED (DÎHA) - Baroya Amedê, di çalakiya ji bo Tahîr Elçî yê ku ev 255 roj e kiryarê wî nehatine dîtin de, ji bo gotinên Serokwezîr Yildirim ên ku bo Elçî gotin wiha got, "Rastiya li pişt gotinên Serokwezîr, bo me aşkere bikin." Baroya Amedê, ji bo kiryarên Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku li Sûrê hat qetilkirin bên dîtin û dosyeya lêpirsînê bi awayekî çalak bê meşandin, li ber Edliyeya Amedê çalakî li dar xist. Di daxuyaniyê de, pankarta ku li ser "Em ê te ji bîr nekin" nivîsandî hat vekirin. Li gel rêveberên baroyê gelek parêzer beşdarî daxuyaniyê bûn. Endamê Lijneya Rêveberiya Baroyê Cîhan Îpek axivî. Îpek diyar kir ku di ser qetilkirina Elçî re 255 roj derbas bûne, lê hîn jî kiryarên wî nehatine dîtin. 'Geşedaneke ku kêfa me bîne heta niha xwe nedaye der' Îpek anî ziman ku di demên dawî de li welat, herêm û Amedê rojên nexweş xwe didin der û wiha got, "Mixabin di warê huqûqê de geşedaneke ku hêviyê bide me tune ye û di warê lêpirsîna serokê baroya me Tahîr Elçî de jî tu geşedanek xwe nedaye der. Bes mebesteke me yî hatina vir heye. Dîtina kujerên serokê baroya me û bi awayekî çalak birêvebirina lêpirsîna wî. Me van daxwazên xwe di wextê wê de bo Wezîrê Dadê û berprisiyarên lêpirsînê ragihandin. Ji me re hat gotin ku, dê ev lêpirsîn bi awayekî adil û çalak bê meşandin. Lê mixabin heta niha tu tiştek xwe nedaye der." 'Daxuyaniya Serokwezîr endîşeyên me zêde kirin' Îpek balê kişand ser gotinên Serok Wezîr Bînalî Yildirim yên ku li Amedê di dema "merasîma vekirinên giştî" de têkildarî qetilkirina Tahîr Elçî de gotin û wiha axivî: "Wî têkildarî dosyeya lêpirsînê ya Elçî de navnîşanek diyar kir. Nexwe, di hikûmetê de kesê herî payebilind beyaneke bi vî rengî bike, divê vê têxin dosyeya lêpirsînê. Berkesê wê, dê ew bi xwe têkevin bin tohmetê. Ev daxuyanî, dê tesîrê li dosyeya lêpirsînê bike ya na, agahî ye yan na? Bi rastî jî em nizanin. Dema em li dosyeyê dinerên , têkildarî vê em rastî tu geşedanekê nayên. Di dosyeya lêpirsînê de, li cihê bûyerê polîsên hatin tespîtkirin ku çek bi kar anîne, heta niha wek gumanbar bi tu awayî îfadeya wan nehatiye girtin. Daxuyaniya Serokwezîr li aliyekî wek kujer hatibe dîtin kêfa me tîne, lê li aliyê din endîşeyên me zêdetir dike. Bo rayedaran banga me ev e: Rastiya li pişt gotinên Serokwezîr bo me aşkere bikin. Heke ne rast be, bila berpirsiyarê lêpirsînê bibêje ev ne rast e. Ev çî ye?" Daxuyanî piştî 5 deqîqe çalakiya rûniştinê bi dawî bû. (red)